PeyamaKurd - Di êrîşeke çekdarî ya li devera Broooklyn a New York a Amerîkayê de, hat ragihandin ku herî kêm kesekî can daye û 11 kes jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan êrîş ji aliyê hin kesên çekdar ve bi ser çalakiyeke aştiyane ya derve de hatiye kirin,
Parêzgarê New Yorkê Bill de Blasio li ser êrîşa roja Yekşemê di medya civakî de ragihand, taxa Brownsville ya devera Brooklynê bi vê êrîşa çekdarî ketiye rewşeke metirsîdar û got, ji bo dabînkirina ewlekariya xelkê deverê û dûrxistina çekan ji kuçeyan çi pêwîst be ew dê bikin.
Berdevkê polîsê New Yorkê jî li ser bûyerê ragihand ku bûyer îro Yekşemê li demjimêr 3.30an rû daye û ji 12 kesên birîndar bûne, birîndarekî 38 salî li nexweşxanê can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin