PeyamaKurd – Li sînorê navbera Gurcistan û Ermenistanê îşev li demjimêr 21:25 erdhejeke bihêz rû da.
Hat ragihandin ku navenda erdhejê nêzîkî bajarê Shîrak ê Ermenistanê ye û pileya wê 5.6 e.
Herwiha hat diyarkirin ku kûrahiya erdzemînê ya erdhejê 5.6 kîlometre ye û li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Qers û Îdirê jî hest pê hatiye kirin.
Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti zanyarî belav nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin