PeyamaKurd - Ajansa Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li nêzîkî bajarê Hasab ê Ummanê du keştî rastî êrişeke bi guman hatine.
Li gorî agahiyên ji kaptanê keştiyê li herêmê hatine wergirtin, 4 perçê hesinê nenas li du gemiyan ketine, di encamê de li yek keştiyê agir derketiye û rewşa keştiya din jî hîn nayê zanîn.
Piştî vê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û UKMTOyê hişyarî da keştiyên li herêmê ku baldar bin.