Li Nîjeryayê êrîs: 15 kes mirin

Li Nîjeryayê êrîs: 15 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Ebonyi kesên çekdar êrîş birin ser xelkê û di encamê de 15 kes mirin. Parêzgerê Abonyi David Umahi ragihand ku heya niha nasnameya êrîşkeran diyar nîne û êrîş li deverên Nkalaha, Obegu, Amaezu û Umuhualiyê pêkhatine.

Umahi, ragihand ku ji bilî kesên kuştî gelek kes birîndar bûne. Birîndaran birine nexweşxaneyan û hêzên ewlehiyê şandine ciyên bûyeran bo asayîşa deveran û pêzanînan.

Bi sedema li Nîjeryayê bi motorsîkletan êrîş dihatin kirin, li gelek deveran bikaranîna motorsîkletan hatibû qedexekirin. Li seranserê welat bi sedema dijberiya navbera ajalvanan û kesên cotiyariyê dikin, gelek caran bûyerên weha diqewimin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin