PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li eyaleta Yobeyê ji ber nexweşîna dîfteriyê 13 kes mirin. Komserê tenduristiyê yê eyaleta Yobe Muhammad Gana ji bo çapemeniyê ragihand ku nexweşîna dîfteriyê li gor salên berê gelek kêm bûye.
Gana, got ku di sala 2025an de 1100 nexweşan tesbît kirine lê ji serê salê û heya niha li gelek deveran nexweşîn zêde bûye. Ji 511 nexweşan 13 kes tenê mirine.
Rêxistina Teduristiyê ya Dinyayê (WHO) ji ber qelsiya aboriya welatên Afrîkayê gelek caran bi sedema nexweşînan mudaxeleyê wan welatan dike û heya karibe bi rêvebirên wan welatan re ber li nexweşînan digre.