PeyamaKurd – Dezgeya Ewlehiya Netewî ya Nîjeryayê ragihand ku di tankêrekî petrolê teqiyaye û di encamê de 70 kes mirine. Serokê dezgeya navborî Kumar Tsukwam ragihand ku heya niha 70 kes mirine.
Kumar Tsukwam got ku dema petrol ji tankêrê diherikî erdê, xelk diçû da ji xwe re petrolê bide hev da li malê bişewitîne an bifroşe bazarê û di wê wextê de di tankerê de teqîn çêbû. Lewra ew çend mirov mirin.
Sala borî jî li eyaleta Nîjerê tankêrekî teqiyabû û di encamê de 147 kes miribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin