Li Pakistanê ji ber berfê 21 kes mirin

Li Pakistanê ji ber berfê 21 kes mirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Mûrre bi sedema barîna berfa zêde 16 kes ji serma berfê qerisîn û mirin. Li deverê li dora 1000 erebe di rê de mane û xebata rizgarkirina wan dewam dike. Li eyaleta Pencapê jî li devera Galyatê 5 kes mirin.

Hukumeta federal ji bo rizgarkirina kesên asê mane, artêşê wezîfedar kir. Wezîrê karên hundir yê Pakistanê Şêx Raşid Ahmed ragihand ku di dawiya heftê de gelek geştiyar çûne deverê û weha dewam kir:

“Mûrre piştî 15-20 salan gelek geştiyar çûnê û pêve girêdayî krîz çêbû. Me rêya ku ji Îslamabadê diçe Mûrreyê girt. Înşallah em ê îro wan hezar alavî rizgar bikin û em îznê nadin ku peya herin deverê. Ne wexta geştê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin