Li Pakistanê êrîşî Konsulxaneya Amerîka hat kirin: 8 kuştî

Li Pakistanê êrîşî Konsulxaneya Amerîka hat kirin: 8 kuştî

PeyamaKurd- Li bajarê Keraçî yê Pakistanê piştî belavbûna nûçeya kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî, hejmarek xwepêşanderan êrîşî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê kir.

Di encama vê biserdegirtinê û pevçûnên ku derketin de, herî kêm 8 xwepêşander hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Keraçî ku wekî paytexta aborî ya Pakistanê tê naskirin, îro 1ê Adara 2026an bû qada nerazîbûneke tund a li dijî siyaseta Amerîkayê, ku xwepêşanderan Washingtonê wekî berpirsê sereke yê kuştina rêberê Îranê dibînin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku televîzyona fermî ya Îranê serê sibeha îro nûçeya kuştina Elî Xameneyî bi fermî piştrast kir, hejmarek kesan bi ser konsulxaneyê de girt. Ev aloziya ku bi êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser axa Îranê (28ê Sibatê) dest pê kiribû, niha li welatên derdorê jî belav dibe. Di dema ku artêşa Pasdaran a Îranê gefên tolhildanê dixwe, li bajarên wekî Keraçiyê jî konsulxane û navendên Amerîkayê rûbirûyê êrîşan dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin