PeyamaKurd - Li herêma Bannu ya ser bi eyaleta Khyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê ku li ser sînorê Afganistanê ye, êrîşî ser qereqoleke polîsan hat kirin.
Di encama êrîşa bi wesayîta barkirî ya bombe û çekan de, herî kêm 12 polîsan jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Rayedarê polîsan Zahid Khan ragihand ku ji ber teqîna dijwar beşek ji avahiya qereqolê hilweşiyaye. Hat diyarkirin ku piştî teqînê pevçûnek giran derketiye û tirs heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.