PeyamaKurd- Li navçeya Rihayê ya bi navê Pirsûsê îdda hene ku di hilbijartinê de hîle têne kirin. Vê sibehê vîdyoyek kete medyaya civakî û kesê ku vîdyoyê dikişîne, îdda dike û hinekan komek deng bi hev re bi kar anîne.
Di vîdyoyê de kesek dibêje di vê sandoqê de gelek ra bi hev re hatine bikaranîn û hinek hîleyan dikin. Ji serokê sandoqê jî re dibêje: Binêre Başkan (Serok) tu jî şahid î. Serokê sandoqê bersivê nade û bêdeng dimîne.
Li ser vê vîdyoyê û îddayan erkdarên muxalefeta Tirkiyê jî daxuyanî dan û gotin ku îqtîdar dixwaze di hilbijartinê de hîleyan bike.
Taliyê Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadi Gûven daxuyaniyek kir û got ku li ser van îddayan me talîmatên lazim dan û lêkolîn dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin