Li Qeterê teqîn! Gelek wenda û birîndar hene!

Li Qeterê teqîn! Gelek wenda û birîndar hene!

PeyamaKurd - Teqînek li herêmeke pîşesaziyê li Qeterê bû sedema birîndarbûna 54 kesan û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 18 kesên wenda berdewam dikin.

Wezareta Karên Hundir a Qeterê ragihand ku di teqîna li Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan, li bakurê paytext Dohayê, 54 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 18 kesên wenda berdewam dikin.

Berê, Wezareta Karên Hundir diyar kiribû ku di teqînekê de ku ji ber pirsgirêkek teknîkî li kargehek li Herêma Pîşesaziyê ya Ras Laffan çêbûye, birîndar hene.

Qatar Energy ragihand ku agirê li tesîseke dabînkirina gazê ya herêmî ku ji ber teqîna li herêma pîşesaziyê çêbûbû, hatiye vemirandin.