Li Rûsyayê li devera Altayê erdhejekî bi dereca 6,4 çêbû

PeyamaKurd – Li welatê Rûsyayê li devera Altayê li gundê Koş-Agaçê erdhejekî bi dereca 6,4 çêbû. Li herêmê rewşa amadekariya bilind hat ragihand û temamên ders û çalakî hatin betalkirin. Li gor agahiyên ewilî hatine belavkirin; di erdhejê de kesekî nemiriye an birîndar nebûye.
Beşa Jeofizike ya Akademiya Zanistîya Rûsyayê ragihand ku erdhej ji gundê Koş-Agaçê 27 km li rojavayê başûrê gund çêbûye, pileya erdhejê 6,4e û 5 km di kûrahiya bin erdê de çêbûye.
Parêzgerê herêmê Andrey Turçak, ragihand ku piştî erdhejê amadekariyên xwe kirine, dibistanan tatîl kirine û di erdhejê de heya niha agahiya mirina ti kesî nehatiye ragihandin.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




