PeyamaKurd – Li Rojavaye Kolombiyayê li herêma Choco bi dereca 7,4 erdhejekî mezin çêbû. Erdhej li payîtext Bogota, Ekvador û Venezuelayê hat hîskirin. Li herêma erdhejê birîndar û xesara mezin heye. Rayedar li herêmê xebata tesbîta encama erdhejê dikin.
Erdhej bi wexta Kolombiyayê seet di 07.34'te (TSİ 15.34)an de bi dereca 7,4 çêbû.
Li gor Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê (USGS) û rayedarên Kolombiyayê; navenda erdhejê li Rojavaya Bogotayê bi 400 km yan dûr San Jose del Palmar e. USGS, ragihand ku erhej di bin erdê de di kûrahiya 107 km yan de qewimiye.
Eger erdheja niha bi yên berê re bê qiyaskirin, dê encama vê erdhejê ji aliyê mirî, birîndar û maddî ve ji yên berê dê gelek xerabtir be.