Li Şamê xwepêşandana ‘Yasa û Rûmetê’ hat lidarxistin

Li Şamê xwepêşandana ‘Yasa û Rûmetê’ hat lidarxistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 17ê Nîsanê bi dehan welatiyan li paytexta Sûriyê Şamê, xwepêandanek li dar xist û daxwaza çaksaziyên siyasî û aborî kirin.

Bi dehan kes li qada Yûsif El-Ezmê ya li navenda Şamê bi dirûşma "Yasa û Rûmet" kom bûn. Xwepêşanderan nerazîbûna xwe li dijî rewşa heyî nîşan da û banga baştirkirina şert û mercên jiyanê, pêkanîna çaksaziyên aborî û siyasî kirin.

Beşdaran diyar kir ku ew daxwaza jiyaneke bi rûmet dikin ku tê de serweriya yasayê hebe.

Li aliyê din, bi dehan alîgirên hikûmeta Sûriyê jî li heman qadê li dijî xwepêşanderan sekinîn. Herwiha ji bo rêgirtina li ber her pevçûneke di navbera her du koman de, hêzên ewlehiyê û polîs li qadê amade bûn.