Li Sana ya di bin destê Hûsiyan de li 8 ciyan teqîn çêbû

Li Sana ya di bin destê Hûsiyan de li 8 ciyan teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Sanayê ku di bin destê Hûsiyan de ye, piştî êrîşên hewayî yên ser bajarê Sanayê, dengê 8 teqînan hatiye û ji hinek deveran dûman bilind bûye.

Televizyona El Mesire ya Hûsiyan ragihand ku êrîş ji aliyê Erebistana Sa’ûdiyê de hatine kirin. Artêşa Yemenê jî ragihand ku li hedefekî Hûsiyan yê girîng hatiye xistin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Seri ragihand ku di nav 24 seetên dawiyê de, Erebistana Saûdiyê li Sana, Sada, Taiz, Hacce, Amran û bajarê İbb xistiye, 94 fuze û êrîşên hewayî kiriye ser Yemenê.