PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li Senegalê di bûyerên ku piştî sizayê girtîgehê yê muxalif û namzetê serokomariyê Ousmane Sonko derketin de bi sedan kes hatin desteserkirin.
Ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Senegalê Antoine Diome ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku piştî xwepêşandanên 1ê Hezîranê dest pê kiribûn, hin ji wan endamên partiyên siyasî, nêzîkî 500 kesan hatin desteserkirin.
Diome eşkere kir ku di dawiya vê hefteyê de rageşiya heyî ya li welêt kêmtir bûye û diyar kir ku di van xwepêşandanan de hêzên biyanî bi bandor bûne ku welatê wan bikeve bin van êrîşan.
Her wiha hat eşkerekirin ku di xwepêşandanên navborî de 16 kesan can dane û 360 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin