Li Senegalê helîkoptereka leskerî ket: 6 mirî

Li Senegalê helîkoptereka leskerî ket: 6 mirî

Li welatê Senegalê li gundê Missirahê helîkoptereka leşkerî ku 20 kes tê de bûn, ket û 6 kes mirin. 14 kesên din yên di helîkopterê de birîndar bûn.

Fermandarê beşa pêwendiyên bi xelkê re ya artêşa Senegalê (DİRPA) Albay Alioune Ndiaye, beyan da radyoyeka herêmê û tê de ragihand ku di helîkopterê de 4 wezîfedar û 16 rêwî hebûne. Helîkopter li bajarê rojavayê welat li bajarê Touba Kuta, li gundê Missirah ketiye.

Di bûyerê de 14 kes birîndar bûne û wan birine nexweşxaneyên nêz da tedawiya wan bêkirin.

Ajansa fermî ya Senegalê jî ragihand ku helikopter ketiye sehayeka ritamê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin