Li ser bûyera Zelandayê yek hat kustin

Li ser bûyera Zelandayê yek hat kustin

PeyamaKurd- Rêvebirê Giştî yê Asayîşa Zelanda Nû Mike Bush ragihand û got; ku bi gumana têkiliya kesekî 54 salî, têkiliya wî bi kujerê komkujiya Zelandayê re heye, di derbarê wî kesî de lêkolîn dewam dikir lê ew kes di nava erebeya xwe de bi kêrê hat kuştin.

Kuştî tevî mudaxeleyên doktoran mir lê kêra ku pê hatiye kuştin di nava erebê de hat dîtin. Bush ragihand ku do êvarê avêtine ser malekî ku tê de sîlih hebûne û li ser wan sîlihan li kesê 54 salî digeriyan. Pêre bo demeka dirêj bi telefonê axifîne û tesbîta ciyê wî kirine. Lê dema gihane ciyê wî, dîtine ku di nava erebê de hatiye kuştin.

Niha polîs li ser rêçên tiliyên kujer dixebite bê ji aliyê kî de hatiye kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin