Li ser danûstandinên atomî yên Amerîka û Îranê nakokî derket

Dîroka Weşanê :
Li ser danûstandinên atomî yên Amerîka û Îranê nakokî derket

PeyamaKurd – Di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de di navbera Îran û DYAyê de, li ser danûstandinên atomî yên di navbera herdu welatan de nakokîyek çêbû.

Şiyanên atomî yên Îranê bi rêkûpêk ji hêla Îsraîl û DYA ve têne rexnekirin, û şerê ku Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir bi êrîşa DYA li ser Tesîsa Atomî ya Fordo ya Îranê gihîşt lûtkeyê.

Piştî şer, Îranê, diyar kir ku wê teknolojiya xwe ya atomî parastiye, got ku ew ê dev ji çavkaniyên xwe yên enerjiyê bernede û îdia kir ku destwerdana DYA û Îsraîlê neqanûnî ye.

Her çend tê payîn ku danûstandinên di navbera herdu welatan de ji nû ve dest pê bikin jî, di civînek Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser ji nû ve destpêkirina danûstandinên atomî nakokî di navbera DYA û Îranê de derket holê.

DYA amadebûna xwe ji bo danûstandinên rasterast bi şertê "dewlemendkirina uranyûmê sifir" dubare kir, di heman demê de Îranê şertên Washingtonê wekî neheq red kir.

Morgan Ortagus, Cîgira Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Donald Trump di civînê de axivî û diyar kir ku Amerîka ji bo diyaloga rasterast û watedar bi Îranê re ji bo danûstandinên fermî vekirî ye û got, "Berî her tiştî, dewlemendkirina uranyûmê nikare di nav sînorên Îranê de pêk were; ev prensîba me ya bingehîn dimîne."

Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY Emîr Seîd Îravanî, tekez kir ku israra Amerîkayê li ser siyaseta "dewlemendkirina sifir" bi têgeha danûstandinên adil re ne lihevhatî ye û got, "Em her danûstandinek adil û watedar pêşwazî dikin. Lêbelê, israrkirina li ser siyaseta dewlemendkirina sifir li dijî mafên me ye wekî îmzekerê Peymana Nebelavbûna Nukleerî (NPT). Ev nîşan dide ku aliyê din danûstandinên adil nake."