Danûstandinên HSD û Şamê: Li ser 13 xalan lihevkirin pêk hat

Dîroka Weşanê :
Danûstandinên HSD û Şamê: Li ser 13 xalan lihevkirin pêk hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di danûstandinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de li ser "entegrasyona leşkerî" 13 xal hatine pesendkirin. Li gorî rojnamevanê Lubnanî Nîdal Hemade, ev peyman bi garantiyên Amerîka û Ewropayê hatiye amadekirin.

Li gorî xalên lihevkirî, sê fîrqeyên leşkerî dê di bin fermandariya Mezlûm Ebdî de bin û navên 90 hezar personelên HSDê dê di wezaretên Şamê de werin qeydkirin. Her weha rêveberiya îdarî û parastina zeviyên petrolê dê di destê HSDyê de bimîne, lê dahata petrolê dê were parvekirin. Di peymanê de hatiye diyarkirin ku divê hemû têkiliyên navneteweyî bi rêya Şamê werin meşandin.

Tevî lihevkirinê, rêveberiya deriyê sînor ê Sêmalka û anîna hêzên Şamê bo rojhilatê Firatê wekî du xalên nakok mane. Tê payîn ku roja pêncşemê ji bo çareserkirina van her du xalan civîneke dawî were lidarxistin.