PeyamaKurd - Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê ragihand, “nêzîkî 300 xwendekarên Kurd ên li Qibrisa Bakur, dê îro Duşemê bo Herêma Kurdistanê bêne veguhestin.”
Dr. Aram Qadir ragihand, hewlên wan ji bo vegerandina xwendekarên Kurd ên li Qibrisê berdewam in.
Aram Qadir diyar kir, “li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi hevahengî û alîkariya ofîsa serokwezîr û wezaretên Xwendina Bilind, Navxwe, Veguhastin, û Fermangeha Peywendiyên Derve û Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê, ew hewl didin wan xwendekaran vegerînin ku hemjamra wan nêzîkî 300 kesan e.”
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Herêma Kurdistanê herwiha “spasiya wan kes û aliyan jî kiriye, ku ji bo çareserkirina kêşeya wan xwandekarên Kurd û vegera wan bûne alîkar.”
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji wan xwendekaran kiriye, ku îro Duşemê demjimêr 10:00 berî nîvro li Balafirxaneya Navdewletî ya Ercan amade bibin bo vegerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin