PeyamaKurd- Li Sêrtê di dema ku cemseyeke leşkerên Tirkiyê derbas bû de, li keviya rê bombeyek teqî. Di encama teqînê de leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li Sêrtê li gundekî navçeya Dihê yê bi navê Serxetê çekdarên PKKê bombeyek di keviya rê de bi cih kiribûn. Dema ku cemseyeke leşkerên Tirkiyê derbas bû, bombe hate teqandin. Di encama teqînê de 3 çawîşên pispor birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi firokan rakirin nexweşxaneya Sêrtê ya Dewletê.
Di nexweşxaneyê de tevî hemî hewldanan jî çawîşekî pispor nehate xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Rewşa her du leşkerên dî jî giran e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin