Li sînorê Tirkiyeyê, operasyonê dest pê kir

Li sînorê Tirkiyeyê, operasyonê dest pê kir

PeyamaKurd- Artêşa Yûnanîstanê, li sînorê Evrosê yê navbera xwe û Tirkiyeyê de dest bi operasyona koçberan kir. Hat rahihandin ku dê operasyon bi tevlîbûna 600 leşkeran, li hemû deverên sînorî bê rêvebirin.

Li sînorê navbera Tirkiye û Yûnanîstanê yê Evrosê ku li rojavayê Tirakyayê dikeve, operasyona koçberan hat destpêkirin û hat ragihandin ku ev operasyon dê li seranserê Çemê Merîçê were rêvebirin.

Ji aliyê rayedarên Artêşa Yûnanîstanê ve hat ragihandin ku operasyon dê heta nav gundên sînorê jî were dorfirehkirin. Operasyona li dijî koçberan ku bi navê ‘operasyona paqijkirinê’ tê pênasekirin, bi maşînên zirxî û kamerayên termal tê rêvebirin.

Di derbarê pêvajoya domandina operasyonê de demek nehat diyarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin