PeyamaKurd- Li payîtexta Somaliyê li Mogadîşoyê erebeyeka bombekirî teqandin û di encamê de 7 kes mirin.
Ji hêzên asayîşa polîsan Muhammed Husseyin ragihand ku li payîtext Mogadîşoyê, li devera Hamar Weyneyê, li nawenda bazirganiyê ku nêzî avahiyên hukumetê bû, erebeyeka parkkirî teqiya. Di encamê de 7 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Bûyer ji aliyê kê de hat kirin nehat zanîn lê rêxistina Eş-Şebab gelek caran êrîşên weha dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin