PeyamaKurd- Piştî ku teqîn li 3 otel û 3 dêran çêbû, polîsê Sri Lankayê ragihand ku 2 teqînên dinan jî çêbûne. Polîs bi sietan bi şûn de ragihand ku li nêzî baxçê heywanan teqîneka dinê çêbûye û jimara teqînan gihaye 7 an. Di pey de teqîna 8an çêbûye û bi temamî jimara miriyan û birîndaran gelek zede bûye.
Medya Sri Lanka yê raghand ku ewilî li dêran û paşî li otêlan teqîn çêbûn. Dêrên Kochchikade, Katana û Batticaloa û otêlên li Colomboyê yên bi navên Shangri-La, Cinnamon Grand û Kingsburyê bûn hedefa êrîş û teqînan. Bi sedema birîndar zêde ne, banga dayîna xwînê bo hemwelatiyan hat kirin.
Serokê dewleta Sri Lankayê Maithripala Sirisena ragihand ku ew bi teqînan şoq bûye û xelkê dawetî aramiyê kir. Wezîrê darayî Mangala Samaraweera di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Bûyereka bû sedema mirina ewqas mirovên bêguneh, bi awayeka baş hatiye birêxistin û hewleka bo çêkirina narşî û tevliheviyê ye”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin