Li Stenbolê avahiya Koç Holdîngê hate gulbaran kirin

Li Stenbolê avahiya Koç Holdîngê hate gulbaran kirin

PeyamaKurd - Pate ragihandin ku îro 7ê Hezîranê danê sibehê avahiya Koç Holdîngê ya Gerînendetîya Otokoçê ya li navçeya Maltepeyê ji aliyê hin kesên rûpişkirî ve rastî êrîşa guleyan hatiye.

Li gorî medya Tirkiyê, di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne lê avahî hatiye gulebarankirin.

Hate diyarkirin ku kesên gule reşandine reviyane û polîsan li herêmê tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtin.

Hêjayî gotinê ye, ev bûyer piştî pêkenoka Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç bi du rojan rû daye ku sivikatî li jinên Kurd kiribû. Lê heta niha piştrast nebûye bê çi kisan û ji ber çi sedemê ev êrîş kirine.

Piştî bertekên Kurdan û siyasetmedaran doh Dozgeriya Îzmîrê lêpirsîn li ser Rahmî Koç dabû destpêkirin û baroyên Bakurê Kurdistanê jî ragihandibûn ku ew dê dozê li Rahmî Koç vekin.