PeyamaKurd- Îro şemiyê (17.08.2019) li seranserê Stenbolê baraneke zêde bariya û ji ber barana zêde li Stenbolê seferên wapur û tramvayan hatin betalkirin.
Herî zêde li navçeyên Avcilar, Sefakoy, Bahçelievler, Çatalca, Zeytinburnu, Sariyer, Fatih, Esenyurt, Kadıkoy, Uskudar, Tuzla û Pendikê baran bariya.
Welatiyan ji ber barana zêde xwe avêtin rawestgehan, mekanên girtî û binê piran.
Ji ber rewşa hewaya nebaş seferên wapuran, Tramwaya Bagcilar-Kabataşê, Teleferîka Eyup-Piyer Lotiyê û Maçka Taşkişlayê hatin rawestandin.
Li gorî agahiyên berdest li Unkapaniyê kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin