PeyamaKurd- Li welatê Sûdanê piştî bi derbeyeka leşkerî hukumet hat roxandin û xwepêşandan destpêkirin, niha muxalefet û artêş li hev civiyan û lihev kirin. Li gor lihevkirinê; wê di nava 3 salan de rêvebirî dewrî sîvîlan bê kirin. Li gor ragihandina BBC yê; meha borî artêş dest danîbû ser îdarê û wê di 3 salan de dewrî sîvîlan bê kirin.
Sîvîlên xwepêşandêr bi berxwedanên tund serokê berê Omer El Beşîr ji ser text daxistibûn ku 30 sal li serî mabû bû û artêşê dest danîbû ser îdarê lê sîvîl ranewestiyan û xwestin artêş îqtîdarê dewrê wan bike. Hukumeta demkî tevî ku leşkerin, niha wê piraniya wan ji sîvîlan pêk were. Bo derbasî îdara sîvîl bibin, wê hilbijartin çêbibin.
General Yaser El Ata ku endamê konseya leşkeriye, bo çapemeniyê civîneka hevpar lidar xist û ragihand ku wê di nav 24 sietan de Hêzên Deklerasyona Guherandin û Azadiyê û artêş di nav xwe de peymana parvekirina erkan îmze bikin. Konsey ji 300 endaman pêk tê û wê 2/3 yên wan ji xwepêşandêran an ku ji Hêzên Deklerasyona Guherandin û Azadiyê pêk were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin