PeyamaKurd – Medya Îranê ragihandiye ku Zanîngeha Peyam Nûr a Îranê moleta vekirina beşên xwe li Sûriye, Irap û Lubnanê wergirtiye.
Li gorî nûçeya ajansa ISNAyê Serokê Zanîngeha Peyam Nûr Îbrahîm Teqîzade gotiye, armanca wan berfirehkirina çalakiyên zanîngehê ye û kişandina hejmareke zêdetir ya xwandevanên biyanî ye.
Zanîngeha Peyam Nûr ku di sala 1988an de hatiye damezrandin zanîngeha herî mezin a Îranê ye û girêdayî Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê ye.
Îran bi vekirina baskên vê zanîngehê dixwaze li Iraq, Sûriye û Lubnanê hejmara alîgirên xwe zêdetir bike û îdeolojiya rejîma xwe jî li wan welatan belav bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin