Li Sûriyê yekem haleta Covid-19 hat eskere kirin

Li Sûriyê yekem haleta Covid-19 hat eskere kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya rejîma Sûriyê, îro 22yê Adarê ragihand ku yekem kesê bi vîrûsa korona ketiye li Sûriyê hatiye tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê kesê ku pê re Covid-19 hatiye tesbîtkirin, welatiyekî Sûrî yê ji derveyî welat vegeriyaye Sûriyê ye.

Wezaretê ragihandiye ku wan derbarê mijarê de her cure tedbîr wergirtine. 

Tê îdiakirin ku ew yekem kesê Covid-19 li ser hatiye tesbîtkirin, Wezîrê Tenduristiyê Saad Abdel-Salam al Nayef e.

Heta niha rêveberiya rejîma Sûriyê red dikir ku vîrusa korona gihîştiye Sûriyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin