Li Sûriyê yekem haleta mirinê hat tomarkirin

Li Sûriyê yekem haleta mirinê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Sûriyê ragihand ku yekem haleta Covid-19 li Sûriyê hatiye tomarkirin ku ew jî jinek e.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku jineke rakirina beşa lezgîn a nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye û piştî testan derketiye holê ku pê re Covid-19 heye.

Herwiha hat ragihandin ku hejmara giştî ya tûşbûyên vîrusa korona li Sûriyê gihîştiye 9 kesan.

25ê Adarê li Sûriyê qedexeya nîvdemî ya derketina derve hatibû ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin