PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên ewlehiyê yên Tanzanyayê ve hatin ragihandin, ji ber şert û mercên nebaş ên asîmanî, balafireke rêwiyan ketiye Gola Viktoryayê. Li gorî hat ragihandin, di vê qezayê de gelek kes xeniqî ne.
Piştî bûyerê, Serokwezîrê Tanzanyayê Kassim Majaliwa derbasî herêmê bû û daxuyaniyek da çapemeniyê. Li gorî agahiyên Kassim Majaliwa dan, di encama bûyerê de 19 kes xeniqîne.
Gerînendehê Herêma Kagera ya Polîsan a Tanzanyayê William Mwampaghale jî daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku balafir ji ber şert û mercên nebaş ên asîmanî ketiye.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di vê balafira rêwiyan de 39 rêwî û 4 xebatkar hebûne.
Ji aliyê tîmên rizgariyê ve lêgerîna kesên birîndar û wenda dewam dike û hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin