Li Tehranê dengê teqînan tê û Îran bersivan dide

Li Tehranê dengê teqînan tê û Îran bersivan dide

PeyamaKurd – Trump ragihandibû ku wextê agirbesê dirêj kiriye lê li Îranê li bajarê Tehranê dengê teqînan tê. Medya îranê ragihan dku li rojavayê Îranê û rojhilatê wê sîstema hewayî li dijî êrîşan bertekê daye.

Êrîş ji aliyê kî de hatiye kirin nayê zanîn lê artêşa îsraîlê ragihand ku Îsraîl êrîşê Îranê nekiriye. Rayedarên Îranê jî dibêjin ku di rewşa agirbesê de ti guherîne nebûye.

Medya Îranê ragihand ku sîstema wan ya hewayî 12 dronênn keşfê xistine.

Wezîrê bergişriya Îsraîlê Katz ragihand ku ew li benda îşareta DYA ne û dê êrîşên wan yên vê carê bêhtir bi derbên mirinê bin.

Heya niha rohn nebûye ku kî êrîşê Îranê kiriye û di rewşên weha de gelek hêz hene ku dixwazin rewş tevlihev bibe.