Li Tibetê bendav teqiya û av ber bi Nepalê ve diçe

Li Tibetê bendav teqiya û av ber bi Nepalê ve diçe

PeyamaKurd – Li ser sînorê Nepal-Çînê di rabûna lehiyê de bi sedan kes mirin û bi sedan kes wenda ne. Niha felaketekî dinê qewimî, ji ber heyelan rêya ava çem girt, bendava xwezayî ya ku heye hilweşiya û tevgera avê ber bi Nepalê ve diçe.

Polîsê Nepalê bangî xelkê kir ku derên ciyên bilind û bi ewle. Niha bi helîkopteran ji hewa de li wendayên xwe digerin. Li felaketa lehiyê de heya niha li ser sînorê Nepal-Çînê 469 kes û li Tibetê 3 kes mirine.

Li ser mijara teqîna bendavê, bi mîlyonan m3 av ber bi sînorê Nepalê ve diçe, hawara sor ragihandin û navberê dan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. Bendav 50 metre küre û dirêjahiya wê 150 metreye.