Li Tirkiyeyê, 7 partiyên din ên siyasî gihîstin hev

Li Tirkiyeyê, 7 partiyên din ên siyasî gihîstin hev

PeyamaKurd- Li Tirkiyeyê, piştî biryara gihîştina 6 partiyên siyasî yên opozîsyonê, di bin serokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê de 7 partiyên din ên siyasî jî gihîştin hev. Hat ragihandin ku yekîtiya partiyan, bi dirûşima “Hevpeymaniya herî fireh a Demokrasiyê” çêbûye.

Rayedarên Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Azadiya Civakê (TOP), Mala Gelan (HE) û Federasyona Encûmena Sosyalîst, îro li Stenbolê, di bin banê HDPê de li hev civiyan û ragihandin ku wan jî maseya 7 partiyî ava kiriye.

Beriya niha di çarçoveya xebatên hilbijartinên 2023yan ên li Tirkiyeyê de jî rayedarên HDPê di Çileya 2022an de li Enqereyê bi 8 partiyên çepgir ên Tirkiyeyî re civiyabû ku tu partiyên Kurd nehatibûn vexwendin. Piştre jî ji aliyê berdevkiya HDPê ve hatibû eşkerekirin ku ew ê li Bakurê Kurdistanê, tifaqa Kurdan ava bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin