PeyamaKurd- Piştî ku dewleta Tirkiyê di neqeta Tirkiyê û Sûriyê de dîwarekî bi qasî dirêjahiya 564 km.yan lê kir, berê xwe da aliyê Îranê. Niha di tixûbê Îran û Tirkiyê de jî dîwarekî nû tê lêkirin.
Piştî ku li Sûriyê şer derket, Tirkiyê di neqeba xwe û Sûriyê de dîwarekî bilind û dirêj çêkir. Dîwar 564 km.yan dirêj e. Dîwar 2 metreyan fireh û 3 metreyan jî bilind e. Di dinyayê de dîwarê herî mezin yê sêyemîn e.
Piştî vî dîwarî di tixûbê Îran û Tirkiyê de jî dîwarek hate avakirin. Ev dîwar jî 144 km.yan dirêj e.
Niha jî li herêma Geverê dîwarekî bi qasî 43 km.yan tê lêkirin.
Tirkiye dibêje ku ji bo ku ez çûn û hatina terorîstan bisekinînim û tixûbên xwe ewle bikim, ez van dîwaran lê dikim.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin