PeyamaKurd- Li Ûkraynayê cepilxaneyek ku nêzî payîtext Kievê ye teqiya û bi sedema teqînê 10 hezar kes ji cihên xwe hatin tehliyekirin. Rêvebir radigihînin ku bi sedema teqînê agir bi der û dor ketiye û dixebitin da agir bixin bin kontrolê.
Cepilxaneya ku teqiyaye li herêma Çernigovê ye û ji Kievê 170 km dûr e. Serokerkaniya Ûkraynayê di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihandinê kir ku siet di 03.30 yê ber destê sibê de teqîn çêbûye. Teqîn dewam dikin û tîmên agirkujiyê dixebitin da agir vemirînin.
Di mijara sedema teqînê de hêj ti agahî nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin