PeyamaKurd - Civîna ku tê çaverêkirin di navbera wezîrên derve yên welatên Kendavê û Îranê de roja Duşemê li Umanê bi armanca gotûbêj kirina rêzikên Tengava Hurmizê bihata lidarxistin, ji bo demekê din hat taloqkirin.
Wezîrê Derve yê Umanê Bedr el-Busaidi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ev biryar bi armanca "misogerkirina lihevkirineke xurtir" hatiye girtin û wan tekez kir ku ew ji bo avakirina diyalogeke domdar a di berjewendiya îstiqrara herêmê de bi biryar in.
Rêveberê Giştî yê Daîreya Kendava Basrayê ya Wezareta Derve ya Îranê Muhammed Ali Bak jî nûçeyê piştrast kir û da zanîn ku taloqkirin li ser daxwaza hin welatên herêmê û bi biryara hevpar a Uman û Îranê pêk hatiye.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di daxuyaniyekê de gotibû ku ew ê di vê civînê de derbarê vekirina Tengava Hurmizê de bigihêjin encamê.