PeyamaKurdî- Li welatê Vîetnamê piştî ew çend baran bariya, lehî rabû û bi lehiyê re erd heziya. Di encamê de jimara miriyan derket 15 kesî û 11 kes jî wenda ne.
Li gor ragihandina Navenda Rêvebiriya Afetan ya Vîetnemê; di lêgerîna li cesedan de 8 cesedên din jî hatin dîtin û jimara cesedan giha 15 kesî. 11 kesên ku wenda ne, niha dixebitin da xwe bigihînin cesedên wan lê dibe ku baran dewam bike û bibare.
Bi barîna baran û heza erdê, gelek xanî hilweşiyane, rê xerab bûne û ji ber afata lehiyê, zerara welat gihaye 6 mîlyon dolarî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin