PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Wezîrîstan a Bakûr di navbera grûbekî û hêzên asayîşê de şer derket û di encamê de ji grûbê 10 kes û ji leşkeran yek kes hat kuştin.
Li gor ragihandina artêşa Pakistanê; li Wezîrîstana Bakûr li herêma Data Xelê hêzên asayîşê du operasyonan kirine ser grûba çekdar. Di operasyonê de gelek sîlih û muhîmmat xistine dest.
Navê grûbê û armanca grûbê nehat aşkerakirin. Li Pakistanê gelek millet dijîn û di nav wan de hene ku doza mafên xwe yên millî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin