PeyamaKurd- Di nûçeya ajansa fermî ya MAPê ya Fasê de hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê cihê belemeke koçberên neqanûnî ku duh noqî avê bûbû diyar kir.
Li gorî hat ragihandin, nobedarên peravê yên Fasê 130 koçberên neqanûnî yên Senegalî ji keştiyeke ku li peravên parêzgeha Dakhlayê li başûrê welêt noqî avê bû, rizgar kirin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku koçberên navborî ji bo temamkirina xebatên qanûnî, radestî rayedaran hatine kirin û hat diyarkirin ku belema navborî ji bo biçe Giravên Kanarya yên di bin kontrola Spanyayê de ji bajarê Thies ê Senegalê derket.Wezareta Karên Hundir a Fasê jî di daxuyaniya xwe ya meha hezîranê de ragihandibû ku di 5 mehên destpêkê de 25 hezar û 519 tevgerên koçberiyê yên ne li rê hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin