Li Sûriyê, li Xûta Rojhilat di nava 48 sietan de 250 kes hatin kuştin û 1200 kes jî birîndar bûn.
Ev rêjeya li Xûtayê ji aliyê Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê ve hat dayîn û çiqas diçe jî rewşa xelkê deverê xerabtir dibe. Di nava kuştiyan de li dora 50 heb zarok hene. Hêjmara birîndaran ji 1200 kesî derbas kir.
Neteweyên Hevgirtî ragihand ku rewşa deverê rewşa “alarmê” ye.
Rejîma Beşar Esad li rojhilatê Şamê, li Xûtayê êrîşên xwe dewam dike. Ji ber rewşa xerab ya mirovahiyê drama li Xûta Rojhilat çêdibe weka “Heleba duyem” hat binavkirin.
Tîmên rizgariyê ragihandine ku balafirên şer yên Sûriyê esmanê Xûtayê qet terk nekirine. Li herêmê 5 nexweşxane û nawendên tenduritiyê ji aliyê balafiran ve hatine bombekirin. Amerîka xwest ku bo mehekî agirbestek bê îlankirin ji ber dever yek ji deverên ku divê aramî lê çêbibe an şer lê kêm bibe. Lê Sûriye vê yeke qebûl nake ji ber rêxistinên bi ser El Kaîde ve ne di nava peymanê de ne. Peyman ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê de hatibû îmzekirin.
Herêm ji sala 2013an û vir de di bin dorpêça rejîmê de ye û grûbên li dijî rejîmê ji herêmê dernayên da xelk karibe li çara serê xwe binêre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin