Îsraîl êrîsê rojhilat û basûrê Lubnanê kir: 36 kustî û 17 birîndar hene

Îsraîl êrîsê rojhilat û basûrê Lubnanê kir: 36 kustî û 17 birîndar hene

PeyamaKurd – Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya ser Lubnanê de, herî kêm 36 kes mirin û 17 kes birîndar bûn. Li gor ajansa xeberan ya Lubnanê; li rojhilatê Lubnanê di êrîşa ser bajarê Baalbek-Hermelê de, li gundê Nabi Chitê di daîra apartmanê de 8 kes û li Hermelê 3 kes bi temamî 11 kes mirin.

Li başûrê Lubnanê jî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de, li gundê  Maarake 9 kes, li gundê Ayn Baalê 3, li qeseba Gaziyye 2, li bajarê Sûrê 10 û li gundê Yuhmurê 1 kes bi temamî 25 kes mirin. Ajansê her weha got ku di êrîşên ser Sûrê de, 17 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin