Amerîkayê ultîmatom da cîhanê: Yan Îran yan Washington!

Amerîkayê ultîmatom da cîhanê: Yan Îran yan Washington!

PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hişyarî da hevparên bazirganiyê yên Tehranê ku divê di navbera her du aliyan de hilbijartinekê bikin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi serokatiya Alîkarê Wezîr Jonathan Burke pêlake nû ya zextên aborî û dîplomatîk li dijî Îranê da destpêkirin.

Di çarçoveya geşteke ber bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ve, Washingtonê bi eşkereyî ji hevparên xwe yên bazirganî re got ku ew nikarin hem bi Îranê re û hem jî bi Amerîkayê re bazirganiyê bikin û divê yekî hilbijêrin.

Piştî hişyariyên Amerîkayê, welatên wekî Oman, Îmarat û Tirkiyeyê hemû geştên xetên asmanî yên Îranê (bi taybetî yên şîrketa Mahan Air) qedexe kirin.

Welatên wekî Azerbeycan û Gurcistanê jî deriyên xwe li ber balafirên Îranê girtin.

Îmaratê çalakiyên şaxa Banka Niştimanî ya Îranê rawestand û Tirkiyeyê jî destûra heman bankê ya li nava welat betal kir. Her wiha Brîtanyayê ragihand ku ew destûra banka Îranê ya li Londonê nû nake.

Tê gotin ku êrîşên Îranê yên li ser binesaziya enerjiyê ya welatên Kendavê û tevgerên li Tengava Hurmizê, welatên herêmê ji Tehranê dûr xistine û rê ji serkeftina zextên Amerîkayê re xweş kiriye.

Li aliyê din Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kiribû ku tevî zirarên cezayan, gelê wan serî natewîne ku balafirên Îranê jî hêj dikarin geştên xwe yên ber bi Çîn û Rûsyayê ve bidomînin.