Kanadayê 45 roj beriya Kupaya Cîhanê rê neda berpirsên Îranê

Kanadayê 45 roj beriya Kupaya Cîhanê rê neda berpirsên Îranê

PeyamaKurd - Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Tac û Sekreterê Giştî Hidayet Membînî ku bi armanca beşdarbûna civîna salane ya FIFAyê çûbûn bajarê Vancouverê, ji aliyê polîsê sînor ê Kanadayê ve hatin astengkirin.

Tevî ku destûra wan a rûniştinê ya demkî hebû jî, piştî lêpirsîneke dirêj li balafirgehê, rayedarên Kanadayî vîzeya wan betal kirin û ew ber bi Îranê ve şandin.

Hate zanîn ku sedema sereke ya vê biryarê "ewlehî" hatiye nîşandan ku Mehdî Tac berê di nava refên Supaya Pasdaran de xwedî erk bûye.

Ji ber ku Kanada ji sala 2024an ve Pasdarên Îranê xistiye lîsteya "rêxistinên terorîst", qanûnên vî welatî rê nadin ku endamên vê saziyê bikevin xaka wan.