Washington: Îran bi girtina Hurmizê cîhanê terorîze dike

Washington: Îran bi girtina Hurmizê cîhanê terorîze dike

PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ji kanala CNBCyê re Îran bi bikaranîna koza enerjiyê û hêsîrgirtina aboriya cîhanê tohmetbar kir û ragihand ku Tehran bi van kiryarên xwe tevahiya cîhanê terorîze dike.

Wright diyar kir ku vegera aramiya li bazarên enerjiyê rasterast bi helwesta Tehranê ve girêdayî ye û got: "Çi bi peymanê çi jî bi rêyeke din, bernameya nukleerî ya Îranê dê bi dawî bibe û trafîka li Tengava Hurmizê dê bi rengekî azad bimeşe."

Wright bal kişand ser biryardariya Serok Trump û tekez kir ku ji holê rakirina gefa atomî ya Îranê, ji bo aştî û aboriya cîhanê ya bi dehan salan pêngaveke jiyanî ye.

Hevkariya bi Çînê re

Wezîrê Amerîkî diyar kir ku her çend keştiyên şer ên Amerîkayê di tengavê re derbas bûbin û ewlehiya hin tankerên petrolê dabîn kiribin jî, ev yek ne rêbazeke îdeal e; ji ber vê yekê dê fişarên aborî û gerdûnî li ser rejîma Îranê ewqas zêde bibin ku ew ê neçar bimînin dest ji vê helwestê berdin.

Wright ragihand ku Çîn jî di nav de hemû welat li dijî girtina tengavê ne û di demeke nêz de kirîna petrola Amerîkayê ji aliyê Çînê ve dê zêdetir bibe.