Îranê careke din girtina Tengava Hurmizê ragihand

Îranê careke din girtina Tengava Hurmizê ragihand

PeyamaKurd - Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku ji ber destwerdanên biyanî û nebûna ewlehiyê, Tengava Hurmizê heta fermaneke nû li pêşberî hemû keştiyan hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan berê gelek caran hişyarî dabûn ku divê keştî di nav di rêyên destûr tê dayîn de bilivin û hate gotin, berî çend saetan hinek keştiyan ev rênîşandin binpê kirine û hewl dane di nav rêyên qedexekirî de pêşve biçin.

Supaya Pasdaran eşkere kir ku ji ber guhnedana van hişyariyan, yek ji wan keştiyan bi guleyên hişyariyê ji aliyê hêzên deryayî yên Îranê ve hatiye rawestandin û piştî vê rûdanê biryara girtina vê rêya deryayî ya stratejîk a navneteweyî ket meriyetê daku parastina sînoran were misoger kirin.

Gefên Îranê yên li dijî Amerîkayê û welatên herêmê

Fermandariya leşkerî ya Îranê tekez kir ku heta destwerdanên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê bi temamî bi dawî nebin, ew ê bi tu awayî rê nedin tu keştiyekê ku ji vê tengavê derbas bibe.

Herwiha hate gotin: "Ew welatên ku rê didin dijminê Amerîkî-Siyonîst daku axa wan bi kar bîne, dê ji encamên xirab ên vê destwerdanê berpirsiyar bin."