PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî ragihand ku nîvê nûfûsa Yemenê an ku 14 mîlyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Bi sedema şerê navxweyî, çiqas diçe krîza birçîbûnê kûr dibe lê Yemenî di medya dinyayê de zêde nayên zanîn.
Cîgirê sekreterê giştî yê ji têkiliyên mirovî berpirs Mark Lowcock weha got: “Talûkeyeka birçîbûnê ku Yemenê bi temamî dide ber xwe heye.”
Ev 3 sale ku li Yemenê di navbera Hûsiyan û koalîsyona di bin pêşîvaniya Erebistana Si’ûdî de şer û pevçûn hene û bi hezaran kes mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin