PeyamaKurd - Bi sedan kes, li dijî tunebûna elektirîk û xizmetguzariyan, li bajarê Zîkar yê Iraqê dest bi xwepêşandanê kirin.
Li gorî medyaya Iraqê, îro li nahiya Seyîd Dexîl li bajarê Zîkar yê Iraqê, bi sedan kes li dijî tunebûna elektirîk û xizmetguzariyan rabûn ser piyan û xwepêşandan kirin.
Li nahiya Soq El Şiyûx ya heman parêzgehê jî xwepêşandanê dest pê kir û welatiyan rêka navbera Zîkar û Nasiriyê girtin. Daxwaz dikin qaymeqamê nahiyê û tevahiya berpirsên hikûmetê li wê deverê dest ji kar berdin.
Ev çend roj in li Bexdayê jî xwepêşandan tên kirin. Li Bexdayê heta niha 3 xwepêşander hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin