Liberation îro bi mansetê ‘Notre Drame’ derçû!

Liberation îro bi mansetê ‘Notre Drame’ derçû!

PeyamaKurd - Rojnameya frensî Liberation, îro bi manşeta ‘Notre Drame’ (Drama me) derket.

Rojnameya navdar a frensî Liberationê îro  (16.04.2019) şewata katedrala Notre Dame kir manşet û navê Notre Dame ku navê xwe ji Dayika Meryem digire û tê wateyê (Xatuna me) bi lîstikeke peyvan guherand û weke ‘Notre Drame’ (Drama me) nivîsand.

Manşeta rojnameyê li seranserê cîhanê bû trend topîc (şandeyên ku herî zêde dihên parvekirin).

Duhî li Katedrala tarîxî ya Notre Dame şewat derketibû û di encama wê şewatê de baluleya çanê rûxiya û paşê jî banê wê hat xwarê. Dihê gotin ku beşek mezin a katedralê şewitiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin